Haberler

Cemevlerine Hukuki Statü Tanınması Üzerine Denge Amerika’da Yer Alan Haberimiz

Yargıtay, geçtiğimiz ay içerisinde, Cemevlerinin elektrik faturalarının devlet tarafından ödenmesi gerektiğine ilişkin 2015 yılında vermiş olduğu kararı onayan yeni bir karar verdi.

AİHM ve Yargıtay’ın verdiği kararlar neticesinde henüz iç hukukta bir düzenlemeye gidilmemiş, cemevlerinin yasal statüsüne ilişkin hukuki boşluk ise devam etmektedir.

Elektrik faturalarına ilişkin alınan kararlar sonrasında cemevlerine yasal statünün tanınması gerektiği konusunda Denge Amerika (Amerika’nın Sesi) Ajansı ile geçtiğimiz hafta içerisinde bir röportaj gerçekleştirdik.

Konu ajansta şöyle yer aldı:


Alî Kenanoglu: Divê Tirkîyê Cemxaneyên Alevîyan Wek Îbadetxane Qebûl Bike

“Li Tirkîyê Cemxane (Cem Evi) ju alîyê dewletê ve wek îbadetxane nayên pejirandin. Civaka Alevî jibo destxistina statuya îbadetxane bo Cemxaneyên xwe bi salan e têkoşîn dike.

Mesrefên elektrîkê yên mizgeftan ji alîyê dewletê ve têne dayîn, lê ev jibo cemxane ne wisa ye. Alevî jî dixwazin ku mesrefa elektrîkê yên cemxaneyan jî ji alîyê dewletê ve were dayîn.

Weqfa Cem jibo mesrefên elektrîkê yên cemxaneyan ji hîla dewletê ve were dayîn, doz dabû vekirin.

Dadgeha Bilind biryara dadgeha herêmî erê kir û cemxaneyan wek îbadetxane bi nav kir.

Di 2016’an de Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî (ECHR) biryar da ku mesrefên cemxaneyan ji alîyê dewletê ve were dayîn.

Parlamanterê Alevî yê HDPê yê Stenbolê Alî Kenanoglu dibêje ku ne biryarên Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî (ECHR), ne jî yên dadgehên heremî nayên bi kar anîn.

“Ne biryarên ECHR, ne jî yên dadgehên heremî nayên bi cîh anîn. Li gor (ECHR) û gor Dadgeha Bilind ya cemxane îbadetxane ne, loma divê qanûn were guhertin.”

Kenanoglu ji partîya desthilatdar Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) re bertek nişan dide ku mijara cemxaneyan di çarçoveya maf û azadîyan de nabîne.

“Hikûmet vê mijarê bi tevahî mijareke teolojîk dibine û dibêje ku em Alevîzm wek tarîqateke Îslamê dibînin, Jiber vê yeke jî, ew dibêjin tenê yek îbadetxaneya Îslamê heye. Dîsa dibêjin ku ger cemxane weke îbadetxane were dîtin, li hember Îslamê wê alternatif were ava kirin.”

Kaynak: Denge Amerika’nın 19 Aralık 2018 tarihinde yayınladığı https://www.dengeamerika.com/a/alevi_cemxane/4707334.html linkli haberden alıntılanmıştır.

 

 

akenanoglu

alikenanoglu.net
Başa dön tuşu