Alî Kenanoglu: Jiber Zimanê Tund Yê Hikûmetê Kurd Didin Armanca Êrîşên Nijadperest
Li Tirkîye di demên dawî de, karkerên Kurd ên ku li bajarên rojavayê Tirkîyê dixebitin, dibin armanca êrîşên nijadperest. Herî dawî li bajarê Afyonkarahîsar’ê dijî karkerên Kurd êrîşeke çekdarî pêk hat. Di êrîşê de karkerê Kurd ê bi navê Ozkan T. hat kuştin. Firat T. û Emrah O. jî birandar bûn. Di heman bûyerê de hêzên ewlehîyê nehiştin malbatên karkeran bikevin vî bajarî. Dîsa li bajarê Sakaryayê jî 16 karkerên Kurd ên ji bajarê Mêrdînê li wî bajarî dixebitîn bibûn armanca lêdan û gef û heqareta karsaz û gundîyan. Li bajarê Yozgat’ê jî ku gelek caran Kurd li vî bajarî dibin armanca êrîşên nijadperestîyê jî, berîya 2 mehan 13 malbatên…